Li peravên Libyayê qeza: herî kêm 100 koçberên bêpergal mirin

Rêxistina Koçê ya Navneteweyî ragihand ku li Deryaya Spî di encama qezayeke belemê de herî kêm 100 koçberên bêpergal mirin.

Li peravên Libyayê qeza: herî kêm 100 koçberên bêpergal mirin

Li naverasta Deryaya Spî di encama qezayeke belemê de herî kêm 100 koçberên bêpergal mirin.

Rêxistina Koçê ya Navneteweyî (IOM) ya ku navenda wê li Genevayê ye li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand ku derbarê wê yekê de rapor hatine destê wan ku li naverasta Deryaya Spî di encama qezayeke belemê de herî kêm 100 koçberên bêpergal mirine.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

"Em ji ber vê trajêdyayê gelekî xemgîn in û bang li dewletan dikin ku dubare keştiyên xwe yên rizgarkirinê li Deryaya Spî erkdar bikin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE