Fuze li peravên Şirîda Xezeyê ku di binê dorpêça Îsraîlê da ye, ket û 3 masîgirên Filistînî hatin kuştin.
Serokê Sendîqaya Masîgirên Filistînî Nîzar Ayyaş diyar kir, fuzeyek li keleka masîgiran a ku li peravên herêma başûr a Xezeyê bû, ket.
Ayyaş 3 masîgirên Filistînî yên ku di kelekê da bûn, hatin kuştin, ew hê nizanin bê ka fuze ji ku hatiye avêtin.
Wezaretên Tenduristî, Karên Navxweyî û Ewlehiya Neteweyî yên li Xezeyê hê derbarê mijarê da daxuyanî nedaye.
AA