Li nêzîkî bajarê Sokotra yê Yemenê ferîbota ku 55 kes tê da bûn, li ser behrê wenda bû.
Li gorî nûçeya ajansa hikûmeta Yemenê SABAyê, peywendiya ligel ferîbota ku ji El-Mehrayê ber bi Sokotrayê bi rê ket û 55 rêwiyên wê hene, qut bû.
Alîkarê Waliyê Sokotrayê Raîd el-Cerîbî diyar kir, piştî ku bi ferîbotê ra peywendî qut bû, wan ligel hêzên koalîsyona ku Erebistana Siûdî serkêş e û herwiha ligel meqamên rayedar ên lîmanên Mehra û Sokotrayê peywendî danî û dest bi xebatên lêgerîn û xilaskirinê kir.
Cerîbî destnîşan kir, ji ber ku di ferîbotê da amûra peywendiyê ya antena peykê tuneye, ew nikarin bi muretebatê ra têkevin têkiliyê.
AA