Li Porto Rîkoya girava Qereyîbê erd bi lerza 6an hejiya.
Navenda Lêkolînên Jeolojîk a Amerîkayê (USGS) diyar kir ku navenda erdheja bi lerza 6.0an 62 kîlomêtre bakurê rojavayê herêma San Antonîoyê ye û erdhej 10 kîlomêtre di binê erdê da çêbû.
USGSyê diyar kir ku piştî erdheja mezin li dorberê heman herêmê sê erdhejên bi lerza 4,7, 4,6 û 4,3yan çêbûn.
Di dema erdhejê da gelek kes di xewê da bûn û erdhej bû sedema tirs û fikarê.
Hê nayê zanîn ku gelo di erdhejê da tiştek bi tu kesî hat an na.