Li Ramsesa herêma Qahireya paytextê Misrê îro ber destê sibê agir bi rawestgeha trênê ket, di şewatê da 25 kes mirin û 40 kes jî birîndar bûn.
Televizyona dewletê ya Misrê di xebera xwe ya acîl da got ku di şewatê da 25 kes mirin û 40 kes jî birîndar ketin.
Saziya Rêhesinê ya Misrê di daxuyaniya xwe da got dema trêna rêwiyan dihat peronê depoyeke sotemeniyê teqiya, bi sedan rêwî li peronê sekinîbûn û li benda trênê bûn.
AA