Li Qahîreya paytextê Misrê avahiyeke 10 qatî hilweşiya û li gor tesbîtên ewil 18 kes mirin, 23 kes birîndar bûn.
Li gor nûçeya di çapemeniya herêmî da derket li herêma Pireya Suweyşê ya li rojhilatê Qahîreyê avahiyeke 10 qatî ji ber sedemeke hê nayê zanîn tep bû.
Hat ragihandin ku di bûyerê da 18 kes mirin, 23 kes jî birîndar bûn.
Hê agahî nehatiye bidestxistin ku dema avahî xira bû di avahiyê da çend kes hebûn û hat gotin ku ji bo kesên di bin enqazê da xilas bikin xebat dan destpêkirin.
Qaliyê Qahîreyê Tumgeneral Xalid Ebdul Al eşkere kir ku ji bo lêkolîna avahiyên li kêleka avahiya xira bû û paşê rakirina enqazê ekîbek hat avakirin.
AA