Li Qazakistanê Televîzyona bi Kurdî

Kinyazê Îbrahîm: Em 'Yekbûnê' ji bo ku nirxên xwe biparêzin vedikin.

Li Qazakistanê Televîzyona bi Kurdî

Li Qazakistanê zêdetirî 100 hezar kurd dijîn. Pıştî demeke dirêj niha lı Qazakistanê cara ewil televîzyona bi kurdî vedibe. Mezinê kurdên Qazakistanê Prof. Dr. Kinyazê Îbrahîm ev mizgînî da û got "Em televîzyona 'yekbûnê' ji bo nirxên xwe biparêzın vedikin.

Di serî de Almaata, li gelek bajarên Qazakistanê Kurd dijîn.

Kurdên Qazakistanê di heyama Stalîn de ji aliyê Dewleta Sovyetan ve, ji Başûrê Kafkasyayê sirgûnê vê derê bûne.

Hejmara Kurdên li wir zêdetirî 100 hezarî ye.

Li Qazakistanê cara ewil televîzyoneke bi Kurdî ya bi navê 'Yekbûn' tê vekirin.

Serokê Weqfa Kurdên Qazakistanê Profesor Diktor Kinyazê Îbrahîm got ku 'Yekbûn' ji bo parastina nirxên gelê Kurd hatiye avakirin.

Kinyazê Îbrahîm got ku ev televîzyon ji bo çareseriya pirsgirêkên Kurdên Qazakistanê xwedî ciyekî taybet e.

Televîzyona Yekbûn wê di 1ê tebaxê de dest bi weşanê bike.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE