Li Qazaxistanê gel diçe ser sandoqan

Li 12 eyaletên welêt proseya dengdayînê li gorî dema herêmê di saet 07.00an da dest pê kir

Li Qazaxistanê gel diçe ser sandoqan

Li Qazaxistanê dengdêr ji bo hilbijartina serokomariyê bi dema herêmî ji saet 07.00an şûnda berê xwe dan ser sandoqan.

Li Qazaxistanê ji bo destnîşankirina serokomar, gel dengê xwe dide. Li 12 eyaletên welêt proseya dengdayînê li gorî dema herêmê di saet 07.00an da dest pê kir. Li eyaletên Mangistau, Atirau, Aktobe, Qazaxistana Rojava û Kizilordayê ji ber ferqa saetê, proseya dengdayînê saetek derengtir dest pê kir. Li welêt 11 milyon û 947 hezar dengdêrên qeydkirî dê li 9 hezar û 967 navendên hilbijartinê ku li nava welêt û dervayî welêt hatine sazkirin, dengê xwe bidin.

Piştî ku dengdayîn di saet 20.00an da kuta bû, cudakirin û jimartina dengan dê herî dereng di nava 12 saetan da temam bibe. Herwiha tê texmînkirin, di nava hefteyekê da encamên hilbijartinê dê bên destnîşankirin, weşandin û herwisa bi destê Komîsyona Hilbijartinê ya Navendî jî serokomarê hilbijartî dê were qeydkirin.

Di hilbijartinan da tevî Kasim Comret Tokayev ku piştî Serokomarê avakar ê Qazaxistanê Nursultan Nazarbayev di adarê da îstifa kir, berwext di postê serokomariyê da rûnişt, 7 namzed ketine qayîşkêşanê.

Li gorî qanûnên welêt, namzedên serokomariyê divê bi Qazaxî bizanibin, 40 salî bin, 15 sal li welêt mabin û di dezgehên dewletê da herî kêm 5 sal xebitîbin.

Namzed û partiyên wan ên ku ketine milmilaneyê:

"Namzedê Partiya Gel a Komunîstan Jambil Ahmetbekov, Namzeda Partiya Demokratîk a Qazaxistanê Daniya Yespayeva, Namzedê Qedera Milet Amirjan Kosanov, Namzedê Partiya Gel a Welatparêzên Demokratîk Toleutay Rahimbekov, Namzedê Komeleya Sendîqayên Qazaxistanê Amangeldi Taspihov, Namzedê Partiya Nur Otan ku desthelat e Kasim Comert Tokayev û Namzedê Yekîtiya Civakî ya Bazên Stepan ên Mezin Sadibek Tugel."

AA

Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE