Li Qendehara wîlayeta Efxanistanê bi bombeyê êrîşî mizgefta Şiiyan kirin

Di êrîşa bombeyî ya li Qendehara bajarê Efxanistanê dijî mizgefteke Şiiyan hat kirin da herî kêm 30 kes hatin kuştin.

Li Qendehara wîlayeta Efxanistanê bi bombeyê êrîşî mizgefta Şiiyan kirin

Li Qendehara wîlayeta Efxanistanê ya wekî kelha Talibanê ye bi bombeyê êrîşî Mizgefta Fatimiyeyê ya Şiiyan kirin.

Di êrîşa bombeyî ya li Qendehara bajarê Efxanistanê dijî mizgefteke Şiiyan hat kirin da herî kêm 30 kes hatin kuştin.

Li gor agahiyên hatin bidestxistin di dema nimêja înê da bi bombeyê êrîşî mizgefta herî mezin a Şiiyan ya li navenda wîlayetê kirin.

Hat desnîşankirin ku di encama êrîşê da hin kes mirin hin kes birîndar bûn.

Hêzên Talibanê hemû rêyên derdikevin mizgeftê girtin.

Hefteya çûyî li Kunduza wîlayeta Efxanistanê jî dîsa bi bombeyê êrîşî mizgefteke Şiiyan kiribûn û di bûyerê da 46 kes hatibûn kuştin.

Berpirsyariya êrîşa li Kunduzê DEAŞa rêxistina terorê hildabû ser xwe.

Piştî ku hêzên NATOyê yên Amerîkayê pêşîkêşiya wan dikir ji Efxanistanê vekişiyan êrîşê bi bombe yên li Celalabadê zêde bûn.

Berpirsyariya piraniya êrîşên wîlayetê DEAŞê hildabû ser xwe.

Êrîşa li Kunduzê jî wekî bûyera herî tund a piştî vekişîna Amerîkayê hatibû binavkirin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE