Li Behra Alboranê boteke ku koçberên bêdestûr tê de bûn û dixwestin ji Fasê biçin Îspanyayê binav bû. Di bûyerê da 22 kes mirin.
Li gor nûçeyên ku li çapemeniyê Îspanyayê derketin, bûyer di navbera başûrê Îspanyayê û qeraxên Fasê da çêbû.
Li gor agahiyan bota koçberên bêdestûr roja sêşemê ji Alhucemasa bajarê Fasê derketibû rê û li behra Alboranê binav bû.
Li gor agahiyan di botê da 49 kes hebûn û ji wan 27 kes jî hêla ferîbotekê va hatin xilaskirin.
Ji koçberan 6 kesên ku rewşa giran bû bi firokeyê rakirin nexwaşxenaya li bajarê Almerîayê.
Koçberên din jî bi keştiyê birin bêndergeha Motrîlê.
AA