Li Qersê li taxa ku di bin avê da ma xebata ekîban didome

Karûbarên Avê, Midûriyeta AFADê, Rêveberiya Taybet a Parêzgehê û ekîbên îtfaiyeyê piştî ku 30 kesên di malên xwe da mehsûr man hatin xilaskirin û her wisa dewar hatin texliyekirin, navber dan xebata xwe.

Li Qersê li taxa ku di bin avê da ma xebata ekîban didome

 Li Qersê li Taxa Aydinlikevlerê ji ber ku berf pir bilez heliya, mal û tewle di bin avê da man. Li taxê xebata ekîban a texliyekirina avê û tesbîtkirina xesarê didome.

Li seranserî bajêr ji ber ku hewa ji nişkêva germ bû, berf jî bilez heliya. Li Taxa Aydinlikevlerê ya ku di navê ra erqa avê derbas dibe, tijî bû û avê di ser ra avêt. Di encamê da jî bi şev gelek mal û tewle di bin avê da man û her wiha li taxê xebata texliyeyê hat kirin.

Karûbarên Avê, Midûriyeta AFADê, Rêveberiya Taybet a Parêzgehê û ekîbên îtfaiyeyê piştî ku 30 kesên di malên xwe da mehsûr man hatin xilaskirin û her wisa dewar hatin texliyekirin, navber dan xebata xwe.

Ekîban sibehê zû cardin xebatên xwe dan destpêkirin û 35 serî dewarên Sezgîn Dagdelen ên ku li Kuçeya Sevgiyê di tewleyê da mehsûr mabûn xilas kirin.

Dagdelen pir şad bû ku heywanên wî hatin xilaskirin. Dagdelen wiha got, "Heywanên me du rojan di tewleyê da mehsûr mabûn. Ekîbên îtfaiyeyê hatin û yek bi yek ji xilas kirin. Ez spasiya wan dikim."

Hin welatiyan xwe negirt û giriyan, hinek jî derketin ser baniyên avahiyên xwe yên di bin avê da man.

Walî û Wekîlê Şaredarê Qersê Turker Oksuz sibehê zû çû taxê û lêkolîn pêk anîn.

95 personelê şaredarî û saziyên din bi 12 makîneyên kar û 25 wesayîtan va xebatên texliyekirina avê û tesbîtkirina xesarê didomînin.

Xebatên li taxa navborî ji hêla ekîba Ajansa Anadoluyê bi droneê hatin kişandin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE