Serokê Amerîkayê Joe Biden li Qesra Spî bi boneya Eyda Remezanê resepsiyonek li dar xist û got, "Misilmanên Amerîkayî welatê me bihêztir dikin."
Biden di resepsiyona li Qesra Spî da pêşdahatiyên Misilmanên Amerîkayî ezimandin.
Di bernameya ku Balyozê Tirkiyeyê li Washingtonê Murat Mercan jî beşdar bû da Biden axaftinek kir û eyda hemû Misilmanan pîroz kir.
Biden bal kişand ku azadiya baweriyê ji nirxên herî sereke yên Amerîkayê ye û wiha got, "Misilmanên Amerîkayî welatê me bihêztir dikin."
Talib Şerîfê Meleyê Mescida Mihemed jî di bernameyê da axaftineke kurt kir û ji ber alîkariya wî ya ji bo Misilmanên Amerîkayê, spasiya Biden kir.
AA