Li Qesra Spî îstifaya ji ber bûyera Kaşikçi

Kirsten Fontenrose ku li Konseya Ewlekariya Neteweyî ya Qesra Spî, Dîrektoriya Herêma Îran-Tengavê dike, îstifa kir

Li Qesra Spî îstifaya ji ber bûyera Kaşikçi

Hat ragihandin ku li Qesra Spî berpirsê polîtîkayên rêveberiya Amerîkayê yên ligel Erebistana Siûdî Kirsten Fontenrose îstifa kir.

Li gorî nûçeya rojnameya Amerîkayî New York Timesê ku çavkaniyên wê jî du kes in ku li ser mijarê giraniya wan heye, hat îdiakirin ku Fontenrose êvara roja înê dev ji peywirê berda.

Di nûçeyê da hat destnîşankirin, Fontenrose ji wan kesên girîng bû ku astengkirinên Amerîkayê yên dijî Siûdiyan ên ji ber bûyera Cemal Kaşikçi bi destê van kesan dihat kifşkirin û herwiha Fontenrose çend roj berî jî jixwe ji bo hevdîtinan çûbû Riyadê.

- Bi hewldana wî va El-Kahtanî li lîsteyê hat zêdekirin

Herwisa hat diyarkirin, Kirsten Fontenrose ku li Konseya Ewlekariya Neteweyî ya Qesra Spî, Dîrektoriya Herêma Îran-Tengavê dike, xwestiye li dijî Siûdiyan astengkirinên tund bên sepandin û herwiha nexasim bandora wî çêbûye ku Siûd El-Kahtaniyê serşêwirmendê Mîrzeyê Welîehd ê Erebistana Siûdî Mihemed bin Selman li lîsteya astengkirinan were zêdekirin.

Di nûçeyê da hat gotin ku sedemê îstifayê hê nediyar e û wiha hat îdiakirin, "Helwesta tund a Fontenrose ya li dijî Siûdiyan dibe ku li Qesra Spî bûbe sedemê nîqaşê û herwiha biryara îstifayê jî dibe ku di encama vê nîqaşê da hatibe dayîn."

Qesra Spî bersiva pirsên li ser mijarê neda û Fontenrose jî hê der heqê îdiayan da daxuyanî neda.

AA

Dîroka nûkirinê: 18 Mijdar 2018, 10:19
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE