Hêzên Îsraîlê li Taxa Sîlwanê ya li Qudsa Rojhilat a dagirkirî 12 ciwanên Filistînî binçav kirin.
Di daxuyaniya nivîskî ya polêsên Îsraîlê da hat diyarkirin ku hêmanên yekîneya operasyonê yên bi cil û bergên sivîl ên Îsraîlê yên ku wekî "Mustarîbîn" tê zanîn li Qudsa Rojhilat a dagirkirî 12 ciwanên Filistînî binçav kirin.
Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku ciwanan bi fişengên hewayî û keviran êrîşî polêsên Îsraîlê kir û hat ragihandin ku Filistînî birin navenda jêpirsînê.
Ji aliyê din va saziya mafên mirovan a Filistînî Navenda Enformasyonê ya Wadî Hîlwe daxuyaniyeke nivîskî da û ragihand ku hêzên Îsraîlê raserî Taxa Sîlwanê kirin û ciwanên Filistînî derb kirin û binçav kirin.
Di daxuyaniyê da hat ragihandin ku di nav Filistîniyên hatin binçavkirin da zarokên ji 18 salî biçûktir jî hene.
Li Şerîeya Rojava û Qudsa Rojhilat a dagirkirî hêzên Îsraîlê gelek caran raserî malan dikin û bi îdiayên cuda Filistînî binçav dikin.
Piştî binçavkirinên ku li Şerîeya Rojava û Qudsa Rojhilat êdî ji rêzê ne jin û zarok jî di nav da hin Filistînî çendîn rojan li navendên binçavkirinê tên girtin.AA