Li Qudsa bajarê pîroz berfa ewil a demsalê barî.
Berfa piştî nîvro lê kir, heta berêvarê Qudsa Rojhilat a dagirkirî çîl û sipî kir.
Gel Qudsê bi barîna berfa ewil a salê va kelecanî bûn û derketin kûçe û kolanan.
Filistîniyên li pêşiya Deriyê Şamê yê Bajarê Qedîm ê Mescîda Eqsayê jî lê ye kom bûn û bi berfê lîstin.
Welatiyên Filistînê li ber Deriyê Şamê kom bûn û kêfa berfa ewil a barî Qudsê kirin, hin kesan jî wêne kişandin.
Li çiyayê Zeytûnê yê cînarê Mescîda Eqsayê jî heman dîmen hatin dîtin.
Hin ajokaran guh nedan xetereyê bi wesayîtên xwe dirîft kirin.
Herî dawîn di rêbendana 2019an da li Qudsê berf barîbû.AA