Li Qudsê ecînfiroşê Şanlıurfayî

Eli Geziciyê Cihû 46 sal in ku li Qudsa Rojava ecîn difroşe…

Li Qudsê ecînfiroşê Şanlıurfayî

Di salên 1960an de li Sivereka Şanlıurfayê nêzî 100 malbatên cihû dijiyan. Malbata Elî Gezîcî jî yek ji wan e. Malbata Elî Gazîcî di sala 1960an de koç kiriye çûye Qudsê. Gezîcî li vir dikana kebabab vekiriye. Li vê dikanê ecîn jî difroşe.

Elî Gezîciyê Cihû yê Siverekî 46 sal in ku li Qudsa Rojava dikana kebaban vekiriye.

Li vê dikanê ligel kebaban, Gezîcî ecînê jî difroşe. Wexta li Şanlıurfayê bûne hînê ecînê bûne û hêj li Qudsê ecîn çêdikin û difroşin.

Malbata Elî Gezîcî yek ji malbatên Cihû yên Siverekê bûye. Di sala 1960an de ji Şanlıurfayê koç kirine, çûne Qudsê.

Gezîcî dibêje ku bavê wî Kurmancî jî zanibûye.

Cihûyê Siverekî Eli Gezici got, "Em her tim ecînê çêdikin, tûj yan ne tûj, bi goşt an jî bêgoşt. Em her cure xurekên Şanlıurfayê li vir çêdikin. Ez her êvarê kanalên Türkiyeyê temaşe dikim, xeberên Türkiyeyê muzîkên Türkiyeyê guhdarî dikim. Ez 5-6 sal berê çûm Şanlıurfa û dîlokê. Mala me hêj wekî xwe bû. Ez ê dîsa biçim Şanlıurfayê."

Tê texmînkirin ku li Qudsê zêdetirî 100 malbatên Şanlıurfayî ên Cihû dijîn.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE