Li Qudsê zilma Israîlê dewam dike

Wê xaniyên Filistîniyan xira bikin û di şûna wan de Bexçeyê Talmûdê çêkin...

Li Qudsê zilma Israîlê dewam dike

Rêvebiriya Israîlê dixwaze dîsa xaniyên filistîniyan xera bike. Li bajaroka îseviyeya Qudsê meqamên Israîlê ji filistîniyan re dibêjin xaniyên xwe vala bikin.

Meqamên Israîlê, ji bo Filistîniyên li bajaroka Îseviyeya Qudsê dijîn xaniyên xwe vala bikin hişyarî şandin.

Ji bo valakirinê jî tenê 2 roj dan Filistîniyan.

Wê xaniyên Filistîniyan xira bikin û di şûna wan de jî dê ji bo Cihûyan “Bexçeyê Talmûdê” bê çêkirin.

Şaredariya Qudsê beriya niha jî, ji bo li bajaroka Sîlvanê projeyeke wisa çêke, xaniyên Filistîniyan xera kiribûn.

Dîroka nûkirinê: 21 Hezîran 2019, 15:50
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE