Li Qudsa Rojava dêreke ji heyama Bîzansê hat dîtin

Li Qudsa Rojava xirbeyên dêreke hezar û 500 sal berê ya ku ji heyama Bîzansê ye hat dîtin

Li Qudsa Rojava dêreke ji heyama Bîzansê hat dîtin

Li Qudsa Rojava bermayiyên xirbeyên dêreke 1500 sal berê ya ku wisa tê texmînkirin ji heyama Bîzansê maye, hat dîtin.

Saziya Antîkayan a Îsraîlê daxuyaniyeke nivîskî weşand û ragihand ew dêra ku li navçeya Ramat Beit Shemesh a ser Qudsa Rojavaye hat dîtin ji bo xatirê "şehîdekî" navê wî nayê zanîn hatiye çêkirin.

Hat gotin ji bo dêr derkeve meydanê bi qasî 3 salane ku xebatên kolanê tên kirin û heta niha kîtabeyek bi Yewnanî hatiye nivîsîn û neqşên çivîk, fêkî û nebatan hatin dîtin.

Reng û rûçikên dêrê wisa nîşan dide ku berhem bi mîmariya Klasîk a Bîzansê di sala 6emîn da hatiye avakirin.

Li gor daxuyaniyê qismek berhemên ji dêrê derketin wê îşev ji bo dîtinê di Muzeya Axên Tewratê da ku li Qudsa Rojavaye ye, bên raxistin.

AA

Dîroka nûkirinê: 24 Cotmeh 2019, 17:23
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE