Li Qudsa Rojhilat polêsên Îsraîlê midaxaleya xwepêşandanê kirin 4 Filistînî birîndar bûn

Li Qudsa Rojhilat polêsên Îsraîlê midaxaleya xwepêşandanê kirin 4 Filistînî birîndar bûn

Li Qudsa Rojhilat polêsên Îsraîlê midaxaleya xwepêşandanê kirin 4 Filistînî birîndar bûn

 Li Qudsa Rojhilat a di bin dagirkeriya Îsraîlê da polêsan midaxaleyî kesên piştgiriyê didin malbatên bi zorê ji malên xwe yên Taxa Şêx Cerah tên derxistin kirin, 4 kes birîndar bûn û gelek Filistînî jî hatin binçavkirin.

Ji ber ku hin malbatên li Taxa Şêx Cerahê dijîn bi zorê malên wan tên derxistin hin Filistîniyan ev yek protesto kir.

Ji bilî malbatan gelek Filistînî beşdarî çalakiyê bûn û rageşî çêbû.

Polêsan ava bifişar reşand ser xwepêşandêran, bombeyên deng avêt û hinekan xist.

Jê yek xebatkarê tenduristiyê hin Filistînî hatin binçavkirin û 4 kes jî birîndar bûn.

Çi bûbû?

Li Taxa Şêx Cerahê 27 malbatên Filistînî ji ber zexta Îsraîlê bi salane zehmetiyê dikşînin.

Mehkemeya Sulhê ya Qudsê li ser daxwaza şêniyên Cihû di 2019an da biryar da ku li 12 malbatên Filistînî ji malên xwe derkevin.

Ji ber vê divê di 4ê çileya paşîn da ew derketena, lê malbatan serî li mehkemeyê da û ev îtîraza wan di meha sibatê da nehat qebûlkirin.

Mehkemeya Navend a Îsraîlê serê salê biryar dabû ku 7 malbat ji maên xwe derkevin û Cihû li wir bi cih bibin.

Herî dawîn jî di 4ê adarê da îtîraza 3 malbatên Filistînî ji hêla mehkemeyê va hatibû redkirin.

Mehkemeya Bilind di 2yê gulanê da ji bo 4 malbatan heta îro dem dabû ku ew û Cihû li hev bikin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE