Li Rakkayê 27 sivîl hatin qetilkirin

Li Rakkaya bajarê Suriyeyê 27 sivîlên ku şivantî dikirin hatin kuştin.

Li Rakkayê 27 sivîl hatin qetilkirin

Ji bajarên Deyrizorê û Rakkayê çavkaniyên herêmî yên cuda agahî dan AAyê û gotin ku şivan li navçeyên Madan û Saphayê ku dikevin başûrê Rakkayê hatin kuştin.

Çavkaniyan got ku 27 kesên ku şivantî dikirin, bi kêr û sîlahan va hatin kuştin, zêdetirî 10 kesan jî winda ne.

Çavkaniyan bal kişand ku konvoyeke komên terorîst ên biyanî ku Îran piştgiriyê dide wan, wexta ku ji Deyrizorê seba piştgiriya hêzên rejima Beşşar Esed diçûn û ji Rakkayê derbas dibûn, di heman saetan da jî komkujiya şivanan çêbû.

Tora xeberan a herêmî ya bi navê "Rakka Bê Deng û His Tê Kuştin" jî navê kesên ku hatin kuştin parvekirin.

Rojavayê Deyrizor a ku dikeve ser sînorê Suriye û Iraqê, di mijdara 2017an da bi alîkariya Rûsyayê va ji DEAŞê hat standin û ket destê rejima Esed. Komên ku Îran piştgiriya wan dike jî li vê derê bi cih bûne.

Axa Deyrizorê ya ku dikeve aliyê Çemê Feratê jî di bin dagirkirina YPG/PKKya rêxistina terorê da ye ku Amerika piştiriya wê dike.

Dîroka nûkirinê: 08 Çile 2020, 12:45
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE