Li Ramallahê konferansa "Di Serdema Osmaniyan da Weqfên Qudsê"

Navenda Çandê ya Tirkî ya Yunus Emre li bajarê Ramallahê konferansa "Di Serdema Osmaniyan da Weqfên Qudsê" li dar xist.

Li Ramallahê konferansa "Di Serdema Osmaniyan da Weqfên Qudsê"

Navenda Çandê ya Tirkî ya Yunus Emre li bajarê Ramallahê yê Şerîeya Rojava ku dagirkirî ye, konferansa "Di Serdema Osmaniyan da Weqfên Qudsê" li dar xist.

Ji Tirkiyeyê akademîsyen û lêkolîner Ali Îhsan Aydin û Ali Sari beşdarî konferansa ku li Navenda Çandê ya Tirkî ya Yunus Emre ya li bajarê Ramallahê hat lidarxistin, bûn.

Midûrê Navenda Çandê ya Tirkî ya Yunus Emre ya Qudsê Reha Ermumcu di konferansê da axivî û bal kişand ser girîngiya Weqfên Qudsê yên di Serdema Osmaniyan da û herwiha destnîşan kir ku pêwîstiyeke mezin e ku mirov ji arşîvên Osmaniyan agahiyên di vê mijarê da derxe û peyda bike.

Ermumcu xwendekarên Filistînî teşwîq kir ku zimanê Tirkî hîn bibin da ku bikaribin bikevin arşîvên Osmaniyan û lêkolînê bikin.

Midûrê Navenda Çandê ya Tirkî ya Yunus Emre ya Ramallahê Abdulkadîr Mustafa jî diyar kir ku çarçoveya konferansê pêş da hatiye kifşkirin ku ev çarçove, dîrok di serî da hin qadên din in.

Mustafa got ku qedera 70 xwendekarên ku li ser Weqfên Îslamî yên li Filistînê lêkolîn amade kirine, beşdarî konferansê bûn.

AA

Dîroka nûkirinê: 20 Çile 2019, 18:24
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE