Li Îranê 19 kes ji ber şewba berazan mirin

Alîkarê Wezîrê Tenduristiyê yê Îranê Elî Riza Reîsî diyar kir ku li welêt 19 kes di nav hefteya dawîn da ji ber vîrusa H1N1yê (şewba berazan) mirin.

Li Îranê 19 kes ji ber şewba berazan mirin

Alîkarê Wezîrê Tenduristiyê yê Îranê Elî Riza Reîsî diyar kir ku li welêt 19 kes di nav hefteya dawîn da ji ber vîrusa H1N1yê (şewba berazan) mirin.

Reîsî ji Ajansa Nûçeyan a Xwendekarên Îranî (ISNA) axivî û wiha got, "Di nav hefteyeke dawîn da di 273 kesan da vîrusa H1N1ê hat tesbîtkirin û li nexweşxaneyan tên tedawîkirin, lê 19 kes ji wan mirin."

Reîsî bal kişand ku li gor par îsal zêdetir kes bi şewba berazê ketin û ev şewb herî zêde li eyaletên Gulistan, Mazendaran, Kehguliye-Buyer Ehmed, Kîrman û Ehwazê hat dîtin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE