Hat ragihandin ku li Quma bajarê Îranê 2 kes ji ber cura nû ya vîrusa coronayê (Kovid-19) canê xwe ji dest dan.
Berpirsê Peywendiya Gel a Wezareta Tendirustiya Îranê Kiyanûş Cihanpur li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand ku li bajarê Qumê 2 kesên ku bi gazina şikesta hilmê (Respiratory failure) di bin çavdêriyê de bûn û testên wan ên vîrusa coronayê pozîtif derketibûn, canê xwe ji dest dan.
Rektorê Zanîngeha Bijîşkî ya Qumê Mihemed Reza Qadir di daxuyaniya xwe ya ji bo medyaya Îranê de destnîşan kir ku di çar rojên dawîn de gazinên şikesta hilmê zêde bûne.AA