Li Îranê 6 kes ji ber alkola sexte mirin

Tahire Çengiza Rektora Zanîngeha Zanistên Tipê ya Îsfehanê diyar kir ku li eyaletê ji ber alkola sexte 6 kes mirin û 37 kes jî bi jehrê ketin

Li Îranê 6 kes ji ber alkola sexte mirin

Tahire Çengiza Rektora Zanîngeha Zanistên Tipê ya Îsfehanê diyar kir ku li eyaletê ji ber alkola sexte 6 kes mirin û 37 kes jî bi jehrê ketin.

Çengizê daxuyanî da Khabaronlineya malpera xeberan û got, "Di van rojên dawîn da li Îsfehanê 43 kes ji alkola sexte bi jehrê ketin. Li gelek nexweşxaneyan hatin dermankirin û ji wan 6 kes mirin."

Li Îrana ku qedexe ye alkolê bifroşin welatiyên Misliman alkolê bi rêyên dereqanûnî û qaçaxî derbasî welêt dikin, ji ber vê jî li hin mal û dikanan alkol tê çêkirin.

Li gor qanûnên Îranê cezayê qamçîkirinê û hepsê didin kesên ku alkolê çêdikin, bi kirîn û firotina wê ra eleqedar dibin.

Dîroka nûkirinê: 23 Gulan 2019, 17:25
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE