Li başûrê rojhilatê Îranê di operasyona dijî qaçaxçîyên hişbirê da 6 ton hişbir hat girtin.
Li gor xebera ÎRNAya ajansa fermî ya Îranê, Mihemed Kanberiyê Midûrê Ewlekariya Eyaleta Sîstan-Belûcistanê diyar kir ku di operasyona li Mehristana navçeya eyaletê birin ser qaçaxçiyên hişbirê da di navbera hêzên ewlekariyê û qaçaxçiyan da pevçûn derket.
Kanberî destnîşan kir ku pevçûnê 4 saetan dewam kir û gelek qaçaxçî hatin kuştin.
Kanberî got ku di operasyonê da 6 ton hişbira ji cireyên cuda girtin, dest dan ser 7 wesayît, gelek sîlah û cebilxaneya qaçaxçiyan bikar dianîn.
Kanberî der barê hejmara qaçaxçiyên hatin kuştin da agahî neda.
Di navbera hêzên ewlekariyê û qaçaxçiyên hişbirê yên dixebitin hişbira li Efxanistanê tê çêkirin ser Îranê ra bibin welatên Ereban da gelek caran pevçûn derdikevin.AA