Li Îranê 81 kes ji şewbê mirin

Alîkarê Wezîrê Tenduristiyê yê Îranê Elî Riza Reîsî diyar kir ku li welêt ji meha îlonê vir va 81 kes ji ber şewbê mirin.

Li Îranê 81 kes ji şewbê mirin

Alîkarê Wezîrê Tenduristiyê yê Îranê Elî Riza Reîsî diyar kir ku li welêt ji meha îlonê vir va 81 kes ji ber şewbê mirin.

Reîsî daxuyanî da IRNAya ajansa nûçeyan a fermî ya Îranê û got ku di nav hefteyeke dawîn da 8 hezar û 333 kes ji ber şewbê çûn nexweşxaneyan.

Reîsî diyar kir ku nêzî nîvê van kesan ji ber ku bêhna wan diçikiya ji 2 rojan zêdetir di nexweşxaneyê da man, nexweşên din jî li ser piya hatin tedawîkirin.

Reîsî diyar kir bi 25 kesên ku hefteya çûyî mirin va ji îlonê heta niha jimara kesên ku ji ber şewbê mirin derket 81an.

Reîsî got ku welatî guh bidin pêşniyazên Wezareta Tenduristiyê da ku ji nexweşiyê bifilitin û divê nexweş tu karî nekin, ji bo paqijiyê baldar bin û destê kesî toqe nekin.

Hatibû daxuyandin ku li Îranê di mehên dawîn da li eyaletên Gulistan, Mazendaran, Kehguliye-Buyer Ehmed, Kîrman û Ehwazê vîrusa H1N1yê (şewba berazan) hat tesbîtkirin.

AA

Dîroka nûkirinê: 10 Kanûn 2019, 17:28
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE