Berpirsê Têkiliyên Gel ê Wezareta Tenduristiyê ya Îranê Kiyanûş Cîhanpûr di qanala têlevizyona dewletê da got ku di 24 saetên dawîn da ji ber vîrusa koronayê ya bi tîpa nû (Kovîd-19) 97 kesên din mirin.
Cîhanpûr destnîşan kir ku di vê çarçoveyê da hejmara kesên ji ber şewbê mirin gihîşt 611 kesî û jimara weqayan jî 1365 kes zêde bû û gihîşt 12 hezar û 729an.
Di berdewamiya axaftina xwe da Cîhanpûr got ku heta niha 4 hezar û 339 kesên bi şewba Kovîd-19ê ketibûn piştî tedawiyê çûn malên xwe.