Îranê, ji bo protestoyên li dijî zema benzînê bide sekinandin gavek avêt. niha li welêt qezenca ji zema benzînê li welatiyan tê belavkirin.
Rêvebiriya Îranê daxûyanî dabû ku wê qezenca ji zema benzînê li gel bê belavkirin.
Piştî vê yekê dest bi belavkirina dahatan hat kirin.
Di merheleya ewil de pere razandin hesabên 20 milyon kesî.
Hikûmetê hefteya borî gotibû ku, dahatên ji zema benzînê wê bidin kesên hewcedar.
Piştî kirdariyan krîza aboriyê dest pê kiribû û ev 4 sal bûn ji bo benzînê zem nehatibû kirin. Ji ber vê biha ji sedî 300 hat zêdekirin.
Piştî zemê li welêt xwepêşandanan dest pê kir.
Di bûyeran de 4 kesan jiyana xwe ji dest da, bi dehan kes jî birîndar bûn.