Li rojavayê bakurê Îranê li bajarê Tebrîzê balafira perwerdeyê ya eskerî ket û di encamê da 3 kes mirin.
Li gorî çapemeniya Îranê, balafira perwerdeyê ya cure F5 li bajarê Tebrîzê li herêma cih û waran ket xwarê.
Midûrê Giştî yê Rêveberiya Krîzê yê Eyaleta Azerbeycana Rojhilat Mihemed Baqir Hunerber diyar kir, balafir bi ser otomobîlekê û dîwarê dibistaneke ku xwendekar ne lê da ket xwarê.
Hunerbar destnîşan kir, du kesên di balafirê da û kesekî di otomobîlê da mirin.
Peywirdarê Îranê got ku lêkolîna der heqê sedema qezayê da didome.
AA