Li Îranê balafira rêwiyan ket: 176 mirî

176 kes rêwî û muretebatê balafira rêwiyan a Rêhewayên Ukraynayê ya cure Boeing 737 ku li Tehrana paytextê Îranê ket xwarê, mirin.

Li Îranê balafira rêwiyan ket: 176 mirî

Serokê Dezgeha Alîkariya Bilez a Îranê Pîr Huseyîn Qulîwend di daxuyaniya xwe ya ku da têlevîzyona dewleta Îranê da diyar kir ku tu kes ji balafira nimroya sefera wê PS-752 ye, nefilitî.

Qulîwend diyar kir ku wan cinazeyên rêwî û muretebatê ji ciyê bûyerê berhev kirin û ew ê bişînin dezgeha tiba edlî.

Berdevkê Balafirxaneya Tehran Îmam Xumeynî, Elî Kaşanî jî hejmara rêwiyan ku 170 hatibû ragihandin, wekî 167 û hejmara muretebatê ku 10 hatibû ragihandin jî wekî 9 rojane kir.

Berdevkê Dezgeha Alîkariya Bilez Mucteba Xalidî ragihandibû, balafirgeha rêwiyan ya cure Boeing 737 ku ji Balafirgeha Navneteweyî ya Tehran Îmam Xumeynî ber bi Kieva Ukraynayê bi firê ket, li gorî dema herêmî di saet 06.18an da ji ber erizeya teknîkî ket xwarê.

AA

Dîroka nûkirinê: 09 Çile 2020, 11:19
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE