Îranê daxuyand, balafira şer a F-14ê ya artêşê ji ber erizeya teknîkî di kêliya wezîfeyê da ket, pîlot û alîkarê wî dema ku xwe bi pereşûtê avêtin, birîndar bûn.
Li gor Tesnîma ajansa nîvfermî ya Îranê, Berpirsê Têkiliyên Gel ê Îsfehanê yê Artêşa Îranê Resûl Mutemedî diyar kir, ji ber erizeyeke teknîkê balafir ket.
Mutemedî destnîşan kir, pîlot û alîkarê wî dema ku bi pereşûtê dadiketin erdê, birîndar bûn, her du birîndar rakirin nexweşxaneyê.
AA