Li Kohgîluye-Buyer Ahmeda eyaleta Îranê bi lerza 5,2 erdhej çêbû.
Li gor daxuyaniya Navenda Sîsmolojiyê ya Zanîngeha Tehranê navenda erdhejê navçeya Çeramê ya li ser eyaleta Kohgîluye-Buyer Ahmedê ye û erdhej bi saeta herêmî di saet 00.31an da çêbûye.
Li gor nûçeyên ku li çapemeniya Îranê derketin, erdhej li navçeyên Geçseran, Dugunbediyan û Dehdeştê hat hîskirin.
Di erdhejê da hin kesên ku ji pac û balkonan xwe avêtin avêtin jêr, 5ê wan birîndar bûn. AA