Li Îranê bi lerza 5,2yan erd hejiya

Li Îranê bi lerza 5,2yan erd hejiya

Li eyaleta Hurmizgana ku dikeve başûrê rojhilatê Îranê, bi lerza 5,2yan erd hejiya.

Li gor daxuyaniya Navenda Sîsmolojiyê ya Neteweyî ya di bin banê Enstîtûya Jeofîzîkê ya Zanîngeha Tehranê da ye, navenda erdhejê bajarê Cenahê ya li ser eyaleta Hurmizganê ye û li gor saeta herêmî erd di saet 10.36an da hejiya.

Hat gotin ku erdhej 8 kîlomêtre di binê erdê da çêbû û der barê ziyana wê da hê tu agahiyek fermî nehat dayîn.

Navenda Sîsmolojiyê ya Neteweyî îro daxuyandibû ku beriya vê du erdhejên lerza wan 4,4 û 4,5 jî çêbûn.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE