Li Îranê bi lerza 5,5ê erdhej çêbû

Hat gotin ku erdhej 16 kîlomêtre di binê erdê da çêbû.

Li Îranê bi lerza 5,5ê erdhej çêbû

Li eyaleta Sîstan-Belûcistanê ku dikeve başûrê rojhilata Îranê, bi lerza 5,5ê erd hejiya.

Li gor daxuyaniya ku ji Navenda Sîsmolojiyê ya Zanîngeha Tehranê hat dayîn, navenda erdhejê li herêma Sercengelê ya Zahîdana paytextê Sîstan-Belûcistanê ye. Li gor saeta herêmî erd di 12.06ê da hejiya.

Hat gotin ku erdhej 16 kîlomêtre di binê erdê da çêbû.

Midûrê Giştî yê Ofîsa Rêvebirina Krîzê ya Sîstan-Belûcistanê Elî Riza Şehrekî daxuyand, ji bo tesbîtkirina xesara ku ji ber erdhejê çêbû wan ekîb şandin herêmê.

Erdhej li Zahîdana paytextê eyaleta Sîstan-Belucistanê jî hat hîskirin.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE