Li Îranê bi lerza 5,7an erdhej

Li Çaharmahal-Bextiyariya eyaleta Îranê bi lerza 5,7an erdhej çêbû.

Li Îranê bi lerza 5,7an erdhej

Li gor daxuyaniya Navenda Sîsmolojiê ya Zanîngeha Tehranê, li Kuhrenga navçeya Çaharmahal-Bextiyariyê bi saeta herêmî di saet 06.09an da erdhej çêbû.

Hat ragihandin erdhej 10 kîlomêtro di binê erdê da çêbû.

Li gor nûçeyên çapemeniya dewletê ya Îranê, piştî erdhejê ekîbên lêgerîn û xilaskirinê sewqî herêmê bûn, birîndar hene û hin avahiyan jî zirar dîtiye.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE