Li Îranê bi mezinahiya 5,2yan erdhej

Li eyaleta Hurmuzganê ya li başûrê Îranê, bi mezinahiya 5,2yan erdhej çêbû.

Li Îranê bi mezinahiya 5,2yan erdhej

Li navçeya Bender Lengeyê ya eyaleta Hurmuzganê ya li başûrê Îranê, bi mezinahiya 5,2yan erdhej çêbû.

Li gorî daxuyaniya Navenda Sîsmolojiyê ya Zanîngeha Tehranê, navenda lerza 5,2yan gundê Bender Meqamê yê navçeya Bender Lengeyê ya eyaleta Hurmuzganê ye. Hat diyarkirin erdhej bi dema herêmê di saet 01.39an da 10 kîlometre di bin erdê da çêbû.

Hê daxuyanî nehat dayîn ka di erdhejê da tu ziyaneke madî û canî heye yan na.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE