Jimara kesên ku ji ber lehiya ku li eyaletên Îranê yên Hurmuzgan, Fars, Buşehr, Kirman, Sîstan-Belucistan, Qûm û Gilanê rabibû xeniqîn derket 12an.
Li gor daxuyaniya Berdevkê Dezgeha Alîkariya Bilez a Îranê Mucteba Xalidî ya ku di medyaya welêt da cih girt, li 7 eyaletan lehî rabû û heta niha 12 kes xeniqîn û mirin, 17 kes birîndar bûn, 2 kes jî winda ne.
Hat gotin ku lehiyê li eyaleta Sîstan-Belucistanê rêya 91 gundên ser navçeyên Mîrcawe û Taftanê girt, li eyaleta Kîrmanê jî 15 hezar kes mehsûr mane.
Hat gotin ku li eyaletên Mazenderan, Gulistan, Xoresana Rezewî, Xoresana Bakur, Sîmnan û Îsfehanê jî talûkeya qetîna çeman heye û ji bo van eyaletan hişyariya lehiyê hat dayîn.
AA