Li Xûzistana eyaleta li başûrê rojavayê Îranê boriya xeta xaza siruştî teqiya.
Li gor xebera têlevizyona dewletê, Kiyumers Hacîzadeyê Midûrê Giştî yê Îdareya Krîzê ya Xûzistanê diyar kir ku li nêzî navçeya Bax Melîkê xeta xaza siruştî ya Xûzistan-Îsfehanê teqiya.
Hacîzade destnîşan kir ku piştî teqînê ji bo ewlehiyê cî û warên li dorbera herêmê hatin texliyekirin.
Hacîzade diyar kir ku di xeta boriyê da qul çêbûye xaz jê kişiyaye û ji ber vê jî teqîn çêbûye, lêkolîna li ser mijarê dewam dike.
AA