Li Îrana ku dijî koronavîrusa nû (Kovîd-19) têkoşîn tê dayîn hat qedexekirin ku rayedarên hikûmetê û burokrat heta danezena duyemîn derkevin dervayî welêt.
Li gor nûçeya Ajansa Nûçeyan a Xwendekarên Îranê (IRNA) Îshaq Cîhangîriyê Alîkarê Yekemîn ê Serokomar ji bo berîlêgirtina belavbûna şewba Kovîd-19ê ji bo xebatkarên saziyên girêdayî hikûmetê telîmatnameyek weşand.
Di telîmatnameya navborî da hat diyarkirin ku ji bilî xebatkarên Wezareta Karên Derva dê destûr neyê dayîn ku hemû rayedar ji bo beşdarî konferans û çalakiyên navneteweyî bibin derkevin dervayî welêt.
Li gor telîmatnameya ku teblîxê hemû saziyên hikûmetê kirin rayedar dê tenê bikarin bi îzna Alîkarê Yekemîn ê Serokomar derkevin dervayî welêt û dema vegeriyan welêt jî dê kontrola tenduristiya wan bê kirin.
AA