Li Îranê di 24 saetên dawîn da hejmara kesên ji ber vîrusa koronayê ya tîpa nû (Kovîd-19) mirin 115 zêde bû û derket 9 hezar û 507 kesan.
Sîma Sadat Lariya Berdevka Wezareta Tenduristiyê diyar kir ku di 24 saetên dawîn da li welêt 115 kes ji ber Kovîd-19ê mirin, 2 hezar û 322 kesên din jî bi vîrusê ketin.
Lariyê destnîşan kir ku hejmara tevahiya miriyan derket 9 hezar û 507 kesan, hejmara pêketiyan jî derket 202 hezar û 584 kesan.
Lariya Berdevk got ku rewşa 2 hezar û 842 nexweşan giran e, hetanî nika 161 hezar û 384 kes rind bûn û çûn malên xwe.
Lariyê diyar kir ku hetanî nika milyonek û 395 hezar û 675 test hatin kirin. Berdevka Wezareta Tenduristiyê destnîşan kir ku xêncî Xuzistanê, Kurdistan, Xoresana Rezewî, Kirmanşah, Azerbeycana Rojava û Rojhilat û Gulustan di nav herêmên xeternak da ne.
Li Îranê cara ewil di 19ê sibatê da li Qûmê nexweşê Kovîd-19ê hatibû tesbîtkirin.AA