Li Îranê di 24 saetên dawîn da 140 kes ji Kovîd-19ê mirin

Li Îranê di 24 saetên dawîn da 140 kes ji Kovîd-19ê mirin

Li Îranê jimara kesên ku di 24 saetên dawîn da ji ber vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) mirin, 140 zêde bû û derket 23 hezar û 453yan.

Berdevka Wezareta Tenduristiyê Sîma Sadat Lariyê daxuyanî da û diyar kir, di 24 saetên dawîn da li tevahiya welêt 140 kesên din ji ber Kovîd-19ê mirin û 2 hezar û 705 pêketiyên nû hatin tesbîtkirin.

Berdevk Lariyê destnîşan kir ku ji nexweşên Kovîd-19ê rewşa 3 hezar û 811an giran e û heta niha 349 hezar û 984 kes jî baş bûne.

Lariyê diyar kir li Îranê heta niha 3 milyon û 613 hezar û 891 test hatine kirin.

Lariyê diyar kir ku Tehran, Mazenderan, Gilan, Qûm, Îsfehan, Xoresana Rezewî, Azerbeycana Rojhilat, Kîrman, Xoresana Bakur, Sîmnan, Yezd, Zîncan û Qazvîn di nav "herêmên sor", Azerbeycana Rojava, Elburz, Fars, Loristan, Hurmuzgan, Erdebîl, Bûşehr, Kirmanşah, Kohgilûye-Bûyer Ehmed, Xoresana Başûr, Merkezî, Îlam, Çaharmahal-Bextiyarî, Gulistan û Hûzistan jî di nav "herêmên birîsk" da cih digrin.

Li Îranê di 31ê tebaxê da hejmara pêketiyan daketibû 1642yan, di 1ê îlonê da jî hejmara miriyan daketibû 101 kesî.

Piştî çalakiyên muharemê hejmara pêketî û miriyan dîsa zêde bû.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE