Li Îranê di 24 saetên dawîn da 155 kes ji ber Kovîd-19ê mirin

Li gor daxuyaniyê, di 24 saetên dawîn da 9 hezar û 209 pêketiyên teze yên Kovîd-19ê hatin tesbîtkirin û ji van 1426 kes li nexweşxaneyan hatin razandin.

Li Îranê di 24 saetên dawîn da 155 kes ji ber Kovîd-19ê mirin

Li Îranê hejmara kesên ji ber vîrusa koronayê ya tîpa nû (Kovîd-19) mirin, 155 zêde bû û derket 80 hezar û 813an.

Di daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê ya Îranê da ligel hejmara pêketî û miriyan daneyên aşiyê jî hatin parvekirin.

Li gor daxuyaniyê, di 24 saetên dawîn da 9 hezar û 209 pêketiyên teze yên Kovîd-19ê hatin tesbîtkirin û ji van 1426 kes li nexweşxaneyan hatin razandin.

Di daxuyaniyê da hat gotin, bi mirina 155 kesan va jimara kesên ku ji ber vîrusê mirin derket 80 hezar û 813an, jimara pêketiyan jî derket 2 milyon û 954 hezar û 309 kesan.

Ji nexweşên Kovîd-19ê rewşa 3 hezar û 852 kesan giran e û heta niha 2 milyon û 522 hezar û 702 kes jî pak bûn.

Li Îrana serjimara wê 83 milyon e heta niha 20 milyon û 441 hezar û 555 test hatin kirin.

- Li Îranê heta niha 4 milyon û 693 hezar û 498 doz aşî hat kirin

Wezaretê di daxuyaniyê da diyar kir, heta niha 4 milyon û 156 hezar û 855 kes doza ewil a aşiyê bûn, 536 hezar û 643 kes jî doza duduyan a aşiyê bûn.

Li welêt bi tevahî 4 milyon û 693 hezar û 498 doz aşiya Kovîd-19ê li welatiyan xistin.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE