Li Îranê di 24 saetên dawîn da 156 kes ji Kovîd-19ê mirin

Li Îranê di 24 saetên dawîn da 156 kes ji Kovîd-19ê mirin

Li Îranê jimara kesên ku di 24 saetên dawîn da ji ber vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) mirin, 156 zêde bû û derket 23 hezar û 313an.

Berdevka Wezareta Tenduristiyê Sîma Sadat Lariyê daxuyanî da û diyar kir, di 24 saetên dawîn da li tevahiya welêt 156 kesên din ji ber Kovîd-19ê mirin û 2 hezar û 619 pêketiyên nû hatin tesbîtkirin.

Lariyê diyar kir ku bi vî awayî jimara giştî ya miriyan derket 23 hezar û 313an, jimara pêketiyan jî derket 404 hezar û 648an.

Berdevk Lariyê destnîşan kir ku ji nexweşên Kovîd-19ê rewşa 3 hezar û 798an giran e û heta niha 348 hezar û 13 kes jî qenc bûne.

Lariyê diyar kir li Îranê heta niha 3 milyon û 586 hezar û 848 test hatine kirin.

Berdevk Lariyê diyar kir ku Tehran, Mazenderan, Gilan, Qum, Îsfehan, Xoresana Rezewî, Azerbeycana Rojhilat, Kîrman, Xoresana Bakur, Sîmnan, Yezd, Zîncan û Qazvîn wek "herêmên sor" in, Azerbeycana Rojava, Elburz, Fars, Loristan, Hurmuzgan, Erdebîl, Bûşehr, Kîrmanşah, Kohgilûye-Bûyer Ehmed, Xoresana Başûr, Merkezî, Îlam, Çaharmahal-Bextiyarî, Gulistan û Xûzistan jî di nav "herêmên birîsk" da cih digrin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE