Li Îranê di 24 saetên dawîn da 193 kes ji ber Kovîd-19ê mirin

Sîma Sedat Lariya Berdevka Wezareta Tenduristiyê ya Îranê di daxuyaniya xwe da diyar kir ku di 24 saetên dawîn da 19 hezar û 666 pêketiyên Kovîd-19ê yên teze hatin tesbîtkirin, ji wan 2 hezar û 205 kes razandin nexweşxaneyan

Li Îranê di 24 saetên dawîn da 193 kes ji ber Kovîd-19ê mirin

Li Îranê hejmara kesên ku di 24 saetên dawîn da ji ber vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) mirin, 193 zêde bû û derket 64 hezar û 232yan.

Sîma Sedat Lariya Berdevka Wezareta Tenduristiyê ya Îranê di daxuyaniya xwe da diyar kir ku di 24 saetên dawîn da 19 hezar û 666 pêketiyên Kovîd-19ê yên teze hatin tesbîtkirin, ji wan 2 hezar û 205 kes razandin nexweşxaneyan.

Lariyê diyar kir ku bi vî awayî hejmara miriyan derket 64 hezar û 232yan û hejmara pêketiyan jî derket 2 milyon û 49 hezar û 78 kesan.

Di daxuyaniya xwe da Lariya berdevk got ku rewşa 4 hezar û 329 pêketiyan giran e, heta niha milyonek û 702 hezar û 62 pêketî jî piştî dermankirinê pak bûn û bi ser xwe da hatin.

Berdevkê destnîşan kir ku li welatê serjimara wê 83 milyon e heta niha 13 milyon û 577 hezar û 57 test hatin kirin.

Lariyê daxuyand, li welêt 257 bajar di kategoriya "sor", 129 bajar di kategoriya "tûtik", 51 bajar di kategoriya "zer" û 11 bajar jî di kategoriya "şîn" da ne û çûyîn û hatina bajarên di kategoriya sor û tûtîk da qedexe ye.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE