Li Îranê jimara kesên ji ber vîrusa koronayê ya tîpa nû (Kovîd-19) mirin, 217 zêde bû û derket 120 hezar û 880yî.
Li gor daxuyaniya ku ji Wezareta Tenduristiyê ya Îranê hat dayîn, di 24 saetên dawîn da 10 hezar û 135 pêketiyên nû hatin tesbîtkirin, ji van 1673 kes li nexweşxaneyan hatin razandin.
Di daxuyaniyê da hat gotin, bi mirina 217 kesan va jimara kesên ku ji ber vîrusê mirin derket 120 hezar û 880yî, jimara pêketiyan jî derket 5 milyon û 611 hezar û 700î.
Ji nexweşên Kovîd-19ê 5 hezar û 802 kes li beşa nexweşên giran tên dermankirin
Wezaretê diyar kir, heta niha 40 milyon û 63 hezar û 570 kes doza ewil a aşiyê bûne, 16 milyon û 532 hezar û 554 kes jî her du dozên aşiyê bûne.
Bi tevahî 56 milyon û 596 hezar û 124 doz aşiya Kovîd-19ê li welêt hatiye kirin.
Ji hêla din va 16 bajar di kategoriya "sor", 198 bajar di kategoriya "tûtik" û 176 bajar jî di kategoriya "zer" da ne. 58 bajar jî bê rîsk in û di kategoriya "hêşîn" da cî digrin.AA