Li Îranê di 24 saetên dawîn da 230 kes ji ber Kovîd-19ê mirin

Li Îranê di 24 saetên dawîn da 230 kes ji ber Kovîd-19ê mirin

Li Îranê jimara kesên ku ji ber vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) mirin di 24 saetên dawîn da 230 zêde bû û derket 27 hezar û 888an.

Berdevka Wezareta Tenduristiyê Sîma Sadat Lariyê daxuyaniya xwe da diyar kir ku di şewba Kovîd-19ê da di 24 saetên dawîn da 230 kesên din mirin û 4 hezar û 392 waqieyên nû hatin tesbîtkirin.

Bi vî awayî li Îranê ji destpêka şewbê vir va jimara waqieyan a herî bilind a di rojekê da hat qeydkirin.

Lariyê ragihand ku jimara mirinên ji ber vîrusê derket 27 hezar û 888an, jimara waqieyan jî derket 488 hezar û 236an.

Lariyê got ku ji pêketiyên vîrusê rewşa 4 hezar û 335an xedar e û agahî da ku jimara nexweşên başbûyî jî derket 399 hezar û 300î.

Lariyê ragihand ku heta niha li welêt 4 milyon û 232 hezar û 64 kes hatin testkirin.

Berdevka Wezareta Tenduristiyê herwiha behs kir ku ji 31 eyaletên li welêt 30 jê di nav herêmên "sor" yan jî "xeternak" da cî digirin.

Piştî ku li Îranê jimara waqieyan zêde bû li eyaletên Tehran, Qum, Kazvîn û Elburzê dîsa sînordarkirin anîbûn.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE