Li Îranê di 24 saetên dawîn da 239 kes ji ber Kovîd-19ê mirin

Li gor daxuyaniya ku ji Wezareta Tenduristiyê ya Îranê hat dayîn, di 24 saetên dawîn da 11 hezar û 701 pêketiyên nû hatin tesbîtkirin, ji van 1821 kes li nexweşxaneyan hatin razandin.

Li Îranê di 24 saetên dawîn da 239 kes ji ber Kovîd-19ê mirin

 Li Îranê jimara kesên ji ber vîrusa koronayê ya tîpa nû (Kovîd-19) mirin, 239 zêde bû û derket 119 hezar û 888an.

Li gor daxuyaniya ku ji Wezareta Tenduristiyê ya Îranê hat dayîn, di 24 saetên dawîn da 11 hezar û 701 pêketiyên nû hatin tesbîtkirin, ji van 1821 kes li nexweşxaneyan hatin razandin.

Di daxuyaniyê da hat gotin, bi mirina 239 kesan va jimara kesên ku ji ber vîrusê mirin derket 119 hezar û 888an, jimara pêketiyan jî derket 5 milyon û 559 hezar û 691ê.

Ji nexweşên Kovîd-19ê 6 hezar û 124 kes li beşa nexweşên giran tên dermankirin

Wezaretê diyar kir, heta niha 36 milyon û 908 hezar û 191 kes doza ewil a aşiyê bûne, 15 milyon û 824 hezar û 520 kes jî her du dozên aşiyê bûne.

Bi tevahî 52 milyon û 824 hezar û 520 doz aşiya Kovîd-19ê li welêt hatiye kirin.

Ji hêla din va 29 bajar di kategoriya "sor", 224 bajar di kategoriya "tûtik" û 165 bajar jî di kategoriya "zer" da ne. 30 bajar jî bê rîsk in û di kategoriya "hêşîn" da cî digrin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE