Li Îranê di 24 saetên dawîn da 289 kes ji ber Kovîd-19ê mirin

Li Îranê di 24 saetên dawîn da 289 kes ji ber Kovîd-19ê mirin

 Li Îranê jimara kesên ku ji ber vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) mirin, 289 zêde bû û derket 119 hezar û 649an.

Li gor daxuyaniya ku ji Wezareta Tenduristiyê ya Îranê hat dayîn, di 24 saetên dawîn da 14 hezar û 470 pêketiyên nû hatin tesbîtkirin, ji van 2219 kes li nexweşxaneyê hatin razandin.

Di daxuyaniyê da hat gotin, bi mirina 289 kesan va jimara kesên ku ji ber vîrusê mirin derket 119 hezar û 649an, jimara pêketiyan jî derket 5 milyon û 547 hezar û 909an.

Li tevahiya welêt rewşa 6 hezar û 209 kesên ku bi Kovîd-19ê ketine û di nexweşxaneyan da hatine razandin, giran e.

Wezaretê diyar kir, heta niha 36 milyon û 303 hezar û 822 kes doza ewil a aşiyê bûne, 15 milyon û 646 hezar û 961 kes jî her du dozên aşiyê bûne.

Bi tevahî 51 milyon û 950 hezar û 783 doz aşiya Kovîd-19ê li welêt hatiye kirin.

Ji hêla din va 29 bajar di kategoriya "sor", 224 bajar di kategoriya "tûtik" û 165 bajar jî di kategoriya "zer" da ne. 30 bajar jî bê rîsk in û di kategoriya "hêşîn" da ne.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE