Li Îranê di 24 saetên dawîn da 323 kes ji ber Kovîd-19ê mirin

Berdevka Wezareta Tenduristiyê ya Îranê Sîma Sadat Lariyê daxuyanî da û diyar kir ku di 24 saetên dawîn da li tevahiya welêt 323 kesên din ji ber Kovîd-19ê mirin û 11 hezar û 23 pêketiyên nû hatin tesbîtkirin.

Li Îranê di 24 saetên dawîn da 323 kes ji ber Kovîd-19ê mirin

 Li Îranê jimara kesên ku di 24 saetên dawîn da ji ber vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) mirin, 323 zêde bû û derket 50 hezar û 917an.

Berdevka Wezareta Tenduristiyê ya Îranê Sîma Sadat Lariyê daxuyanî da û diyar kir ku di 24 saetên dawîn da li tevahiya welêt 323 kesên din ji ber Kovîd-19ê mirin û 11 hezar û 23 pêketiyên nû hatin tesbîtkirin.

Lariyê diyar kir ku bi vî awayî jimara giştî ya miriyan derket 50 hezar û 917an, jimara pêketiyan jî derket milyonek û 62 hezar û 397an.

Berdevk Lariyê destnîşan kir ku ji nexweşên Kovîd-19ê rewşa 5 hezar û 780 kesî giran e û heta niha 754 hezar û 224 kes jî qenc bûne.

Lariyê diyar kir li Îranê heta niha 6 milyon û 477 hezar û 718 test hatine kirin û daxuyand ku li temamiya welêt 64 navçe di nav herêmên sor, 278 navçe di nav herêmên turuncu û 106 navçe jî wek herêma zer hatine kifşkirin.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE