Li Îranê di 24 saetên dawîn da 422 kes ji ber Kovîd-19ê mirin

Li Îranê jimara kesên ku di 24 saetên dawîn da ji ber Kovîd-19ê mirin, 422 zêde bû û derket 36 hezar û 160î

Li Îranê di 24 saetên dawîn da 422 kes ji ber Kovîd-19ê mirin

Li Îranê jimara kesên ku di 24 saetên dawîn da ji ber vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) mirin, 422 zêde bû û derket 36 hezar û 160î.

Berdevka Wezareta Tenduristiyê Sîma Sadat Lariyê daxuyanî da û diyar kir, di 24 saetên dawîn da li tevahiya welêt 422 kesên din ji ber Kovîd-19ê mirin û 8 hezar û 932 pêketiyên nû hatin tesbîtkirin.

Lariyê diyar kir ku bi vî awayî jimara giştî ya miriyan derket 36 hezar û 160î, jimara pêketiyan jî derket 637 hezar û 712an.

Berdevk Lariyê destnîşan kir ku ji nexweşên Kovîd-19ê rewşa 5 hezar û 378an giran e û heta niha 495 hezar û 473 kes jî qenc bûne.

Berdevka Wezareta Tenduristiyê daxuyand ku temamiya 31 eyaletên welêt di nav herêmên "sor" û "birîsk" da cih digrin.

Li tevahiya Îranê li navendên 25 eyaletan û li 89 navçeyan biryar hatibû dayîn ku kargehên nemecbûrî ne, werin girtin. Ji aliyê din va ketin û derketina 25 navendên eyaletan jî hatibû qedexekirin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE